Kurdistan
Civînên navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê dest pê dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku danûstandinên li ser kêşeyên heyî yên navbera Hewlêr û Bexdayê hefteya bê ji nû ve dest pê bikin.
Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa eşkere kir, hefteya bê danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dest pê dikin û şanda hikûmeta Kurdistanê jî serdana Bexdayê dike.
Faris Îsa ji medya Kurdistanê re ragihand ku lijneyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyan, karên xwe gihandine qonaxa dawî û vê hefteyê şanda hikûmetê diçe Bexdayê.
Herwiha hat diyarkirin ku tê çaverêkirin 400 milyar dînarê mehaneyên karmendên Kurdistanê jî di nava 10 rojên bê de biigihe Herêma Kurdistanê.