Çiya Kurd: Ti diyaloga rasterast bi rejîmê re çênebûye
PeyamaKurd – Piştî belavbûna nexşerêya Rûsyayê ya bo danûstandinên Kurdên Sûriyê bi rejîma Sûriyê re, Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çiya Kurd ragihand ku hewldanên aliyê sêyemîn (Rûsya) ji bo diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de hene û got: "Heta niha tu xebatên diyaloga siyasî ya rasterast tune ne."
Li ser navê Rêveberiya Xweser, cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANHAyê re ragihandiye ku ji destpêka gefên Tirkiyê û êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, Rûsya rola avakirin û aktîfkirina diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de girt ser milê xwe, heta niha Rûsya di wê çarçoveyê de dixebite.
Çiya Kurd got, “Ji ber vê yekê gelek civîn di navbera me û Rûsyayê de û di navbera Rûsya û rejîma Sûriyê de li dar xistin û gelek tişt bi her du aliyan re nîqaş kirin."
Çiya Kurd di berdewamê de got: "Hewldanên Rûsyayê heta niha didomin, da ku binesaziyeke hevbeş ji bo gihandina diyaloga siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ava bike, heta niha ev hewldan negihîştine encameke baş ji bo pêkanîna diyaloga siyasî ya rasterast di navbera me û rejîma Sûriyê de."