TR KU SO
FB X
Kurdistan

Colemêrg | Li nav Gola Gula Zuryan cenazeyekê jinekê hat dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 19 tebax 2020 23:28

PeyamaKurd – Di nav Gola Gula Zuryan a navenda bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê de, cenazeyê jinekê hat dîtin.

Li gorî zanyariyan, li ser giliyê welatiyan tîmên Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê (AFAD) ji Gola Gula Zuryan a Taxa Navenda Colemêrgê cenazeyê jineke 41 salî bi navê S.Ege derxistin.

Tîmên AFADê ku çûn cihê bûyerê, termê jina bi navê S.Ege di nav deviyan de ji golê derxistin û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. 

Hîn sedema mirina wê jinê nehatiye zanîn û dê piştî otopsiyê cenaze bê definkirin.

Parve bike: