TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cotyar Adil: Îro rojeke dîrokî ye, bicihanîna yasaya reforman dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 01 tîrmeh 2020 23:20

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil eşkere kir ku yasaya reforman îro roja Çarşemê ketiya warê cîbicîkirinê.

Cotyar Adil di civîneke rojnamevanî de got: “Îro rojeke dîrokî ye. Yasaya çaksaziyê ketiye warê cîbicîkirinê, armanca çaksaziyê cîbicîkirina dadperweriyê ye. Stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftugoya ligel Bexdayê li ser binemaya destûrê ye û di demeke nêzîk de wê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.”

Berdevkê hikûmetê da zanîn ku ji îro pê ve wê lîsteya fermanberan li gor sîstema biyometrî were çêkirin.

Parve bike: