TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cotyar Adil: Pasvekisandin ji çaksaziyê nîn e

📅 16 rêbendan 2020 16:37

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, tevî astengiyên derdikevin jî projeyaysaya çaksaziyê, projeyaysaya çaksaziyê tê encamdan.

Cotyar Adil ragihand ku mûçeyên ti kesekî nayê birîn, belkî mûçe bi awayekî dadperwerane tên dayîn.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihand, hikûmet hewil dide lîsteya mûçeyên Pêşmerge, şehîd û malbatên şehîdan û girtiyên siyasî ji kesên ne şayiste ne, tên cudakirin.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebahî jî diyar kir, Hikûmet di heyama 60 rojî de, projeyasaya çaksaziyê ji piştî pesendkirina li Parlemanê bicih dike.

Projeyasaya çaksaziyê, ji bo çaksaziya di pirsên xaneşîn, mûçe, dermale û destkeftên din ên di karnemaya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê de ne.

Projeyasaya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Parlemana Kurdistanê xwendina duyem jê re hatiye kirin û biryar e îro jî bikeve ber dengdanê û bê pesendkirin.

Parve bike: