TR KU SO
FB X
Kurdistan

Counter Punch: “Di hêrêmê de ciyê herî aram herêma Kurdistanê ye”

Admin M
Nivîskar
📅 02 sibat 2020 04:50

PeyamaKurd- Kovar a bi navê Counter Punch di weşana xwe ya vê jimarê de behsa têkiliyên Amerîkayê û Kurdistanê kiriye. Kovar her 6 mehan carekî weşana xwe dike. Di behsa têkiliyên Amerîka û Kurdistanê de tişta herî balkêş ew e ku dibêje; wê Amerîka herêma Kurdistanê hevkarekî mifteyî destnîşan bike. Di kovarê de tê gotin ku Kurdistan tenha ciyê baweriyê ye û Nêçîrvan Barzanî di navbera rojava û herêma Kurdistanê de wezîfa konsolîde girtiye ser xwe û bo Amerîkayê muxatabekî mifteyi ye. Li gor nivîsa ku di Basnews ê de derketiye, nivîs wehaye:

“Di herêmê de devera ku îstîqrar tê de heye Kurdistan e.”

Amerîka herêma Kurdistanê taybet digre. Di çend rojên borî de Amerîka îşareta avakirina baregehan da. Di Forma Aborî ya Dinyayê de li ser vê mijarê welew kurt be jî axifîn. Paşî hat ragihandin ku Trump Nêçîrvan Barzanî dawet kiriye bo Washingtonê. Belkî Amerîka herêma Kurdistanê weka hevkarekî mifteyî destnîşan bike.

Nêçîrvan Barzanî, bo rojava bibe otonom, roleka mezin dileyîze û bo Washingtonê muxatabê noqteya bingehîne. Li gor nêrîna Amerîkayê ya rast Herêma Kurdistanê weka seha ya aramiyê dewam dike. Dema di herêmê de halekî talûke çêbibe, bo hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê, dibe ku bibe rûpeleka nû.

Li Rojava, deverên ku Amerîka kontrol dike, bo petrola wan deveran, bo rafînerî û sewqiyatê, bi rêya herêma Kurdistanê xweştir dikare bike.

Serokwezîrê Iraqê niha di haleka notr de ye, weka ku Bexda bê fonksiyon be, bo otorîteyê bide herêma Kurdistanê, profîleka wan ya weha jî tine ye. Hem Berhem Salihê ku Kurd e, bo hakimiyeta xwe di valahiyên ku çêdibin de deyne û bo fêda wî bigihê Washingtonê, xuya dike ku xwe nêzî Amerîkayê dike.

Dema mirov li herêma Şî’ayan dinêre, bo partiyên Şî’a navendeka diyar tineye ku xwepêşandanên li dijî Amerîkayê organize bike. Ji ber ku valahiya Qasim Silêmanî di vê noqteyê de tê hîskirin. Di vê mijarê de wê kî bibe xwediyê desthilatiyê, bo wê wext lazim e.

Di 24 ê meha borî de meşa bi 1 mîlyonê li Bexdayê çêbû. Banga meşê ji Muqteda El Sadr hat ku di demên dawiyê de bêhtir nêzî Îranê ye. Banga wî ya xwepêşandan li dijî Amerîkayê bû.

Mirina Ebû Mehdî El Muhendîs ku serokê mîlîsên Şî’a bû û hat kuştin, dibe ku navbera Haşdî Şabî de bibe sedema şerekî. Ji ber grûbên nav Haşdî Şabî yên layangirên Îranê wê kêm bin. Di nav Haşdî Şabî de grûbên ku ne terefdarên Îranê ne, ew valahiya ku çêbûye, di nav wê valahiyê de dibe şerê navbera Sunnî û Şîayan derê. Ebû Muhendîs raste rast di bin destê Silêmanî de gihabû lê her dû di heman bûyerê de hatin kuştin. Bo Îranê wê zahmet be ku weka her duyan du pêşvanan ji nûh de biafirîne.

Gelo wê Haşdî Şabî weka grûbeka siyasî xurt bimîne an di pêşde bibe nêçîra hinekan? Eger navendeka bi bandor nebe, dibe ku di navbera grûbên layangirên Îranê û ya Sadr de şer derkevin.

Di vî halê kaotîk yê Iraqê de xuya nake ku siyaseta Iraqê normal bibe. Ev mijar weka rojeva Amerîkayê ya bi dizî xuya dike. Namzedên  serokwezîrtiyê ji aliyê xwepêşandêran de hatin redkirin. Xwepêşandêr naxwazin siyaseteka ku li gor mezheban perçe werçe bûye desthilatdar be û tije gendelîbe.

Parve bike: