COVID-19 | 28 wefat û 686 pêketî hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Înê ya derbarê rewşa vîrusa koronaya nû Covid-19 de ragihand, 686 kes di nav 24 saetên borî de pê ketine û 28 nexweşan jî wefat kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji 686 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 193 kes li Hewlêrê, 189 kes li Silêmaniyê, 36 kes li Germiyanê, 7 kes li Raperînê, 246 kes li Duhokê û 15 kes li Helebceyê ne.
Herwiha 28 kesên ji nexweşiya Covid-19 can dane jî 10 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 4 kes li Raperînê û 5 kes li Duhokê ne.
Di nav 24 saetên borî de li Herêma Kurdistanê 411 nexweşên koronayê baş bûne ku ew jî 110 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Germiyanê, 212 kes li Duhokê û 28 kes li Helebceyê ne.
Tevî amarên îro 13ê Mijdarê, li seranserê parêzgehên Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 88 hezar û 456 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 788 ke û heta niha 54 hezar û 458 kes jî ji nexweşiyê baş bûne.