Kurdistan
COVID-19 | 3 wefat û 104 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 104 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 6ê Çile de eşkere kir ku di 24 demjimêrên borî de 104 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 20 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 59 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce û 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha 3 kes ji ber vîrûsa Koronayê mirine ku ew jî 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Germiyanê ne.
Di nav 24 demjimêran de 974 nexweşên koronayê jî baş bûn.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 103975 kesan, ya mirinan bû 3406 kes û heta niha 76092 nexweş jî baş bûne.