TR KU SO
FB X
Kurdistan

Covid-19 | 3 wefat û 150 pêketiyên nû hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2020 21:47

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 demjimêrên borî de, 150 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 kesan jî can da.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 150 kesên bi vîrûsa koronayê ketine;  29 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 83 kes li Duhokê, 4 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

3 kesên can dane jî 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ne ku bi tevahî di rojekê de 298 nexweş jî baş bûne.

Li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 102417 kesan, ya mirinan bû 3359 kes û heta niha 68179 nexweş jî baş bûne.

Parve bike: