Kurdistan
COVID-19 | 9 wefat û 201 pêketinên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 201 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin ji 201 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 54 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 103 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 8 kes li Germiyanê ne.
9 kesên wefat kirine jî 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne. Herwiha 114 kes jî baş bûne.
Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 100 hezar û 497 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 300 kes û heta niha 64 hezar û 963 kes jî baş bûne.