Kurdistan
Cûreyeke nû ya nexwesiya mejî li Kanadayê hat dîtin
PeyamaKurd – Rayedarên tendirustiyê yên Kanadayê diyar dikin, ji sala 2015an ve li ser 43 kesan nexweşiyeke nayê zanîn hatiye tomarkirin.
Li gor rayedarên tendirustiyê yên Kanadayê; ji wan 43 nexweşên ku bi cûreyeke nû ya nexweşiya mejî ketine, 5 kesan can dane.
Herwiha bijîşk eşkere dikin; ev 43 halet, bûye salekê tê şopandin û ji ber ku ev mijar di medyayê de cih girtiye, niha tê eşkerekirin.
Li gor belgeyên ku ketine destê medyaya Kanadayê, bijîşk hatine hişyarkirin ku li hember kesên bi vê nexweşiya giran ketine, baldar bin.
Pispor didin zanîn; dibe ku nexweşî ne genetîk be û bi rêya av, xwarin an jî bi rêya hewayê derbasî mirovan bûbe.