Kurdistan
Dadgeha Ankara 1 sal 3 meh ceza da Altan Tan
PeyamaKurd – Parlementerê meclisa Tirkiyê yê berê yê dewra 24, 25 û 26 ê Altan Tan, bi sedema tevlî bernama CNN ê bû û goya di axaftina xwe ya di bernamê de propaganda PKK ê kiriye, dadgeha cezayê giran ya 21 em ya Ankara, 1 sal û 3 meh cezayê zîndanê dayê. Altan Tan di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyaniyekî da û weha got:
“Dadgeha cezayê giran ya 21 em ya Ankara ji ber ez tevlî bernama Ahmet Hakan ya di televizyona CNN ê de bûm û bi tevger û tehrîka Hulki Cevizoğlu, serdozger di derbarê min de doz vekir û ji ber propoganda PKK ê 1 sal û 3 meh ceza da min. Dadgeh cezayê min jî paş de nexist.”