Kurdistan
Dadgeha Cezayê ya Navnetewî biryara desteserkirina Pûtîn derxist
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê ya Navnetewî bi sedema ku tawana şer kiriye, ji bo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryara desteserkirin û dadgehkirinê derxist.
Ajansa Reutersê ragihand ku Dadgeha Cezayê Navneteweyî (DCN), bi îdiaya tawanên şer ên li Ukraynayê û berpirsiya wî di wan tawanan de, biryara girtina Pûtîn derxistiye.
Di biryara DCNyê ya desteserkirina Pûtîn de, bang tê kirin ku Pûtîn ji ber berpirsiya xwe ya dersînorkirina zarokan û bi awayekî neyasayî veguhestina wan bo Federasyona Rûsyayê were girtin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê biryara DCNyê red kir ku tawanên şer li Ukraynayê hatine kirin û diyar kir, ew wê biryarê nas nakin.
Herwiha Serokomariya Ukraynayê jî li ser biryara Dadgeha Cezayê ragihand ku ev biryar tenê destpêk e.