Dadgeha Federal a Iraqê li ser vekirina dubare ya deriyê namzedbûnê dicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro Çarşemê li ser mijara dubare vekirina deriyê namzedbûna hilbijartina serokomariyê dicive.
Heta niha 56 kesan xwe ji bo posta serokomariya Iraqê xwe kirine namzed ku ji wan 23 kes ji ji ber nebûna mercên pêwîst namzediya wan hatiye redkirin.
Li gorî rewşa dawî namzediya 33 kesan hatiye qebûlkirin ku ew dikarin beşdarî hilbijartina serokomariyê ya Parlamentoya Iraqê bibin.
Namzedên herî sereke namzedê PDKê Rêber Ehmed, yê YNKê Berhem Salih, Letîf Reşîd û Hakim Rizgar in.
Li gorî nirxandina pisporan yasaya Iraqê rê nade ku deriyê namzedbûnê careke din were vekirin, ji ber ku dema diyarkirî ya bo hilbijartina serokomar bidawî dibe ku çav li rê ye Dadgeha Federalî jî li ser vê yekê îro biryara xwe bide.