TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dadgehê 5 sal û 10 meh ceza da Sirri Sakik

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2020 18:43

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn ya Agiriyê, bi hinceta ‘alîkarî û propagandaya rêxistinê’ 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li parlamentarê berê yê HDPê û hevşaredarê berê yê bajarê Agiriyê Sirri Sakir birî.

Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bi sedema daxuyanî, çalakî û axaftinên Sirri Sakik ên heyama şaredariya Agiriyê li 2015an, doz lê vekiribû.

Li gorî ragihandina medya tirk,dadgehê bi hinceta ku ‘bi zanebûn alîkariya rêxistinê’ kiriye û propagandaya wê kiriye bi 5 sal û 10 mehên girtîgehê Sirri Sakik siza kiriye.

Parve bike: