TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dadgehê Doza Kobanî du rojan taloq kir

Admin L
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2021 19:32

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, daxwazên parêzeran di Doza Kobanî de nepejirand û danişîn taloqî 6ê Kanûnê kir. 

Danişîna 7emîn a Doza Kobanî ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên girtin, di roja 4emîn de berdewam kir. Heyeta dadgehê, careke din daxwazên parêzeran red kir û piştî ku çend biryar girtin, danişîn taloqî 6ê Kanûnê kir. 

Danişîn li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Parêzer û siyasetmedarên tên darizandin, ji ber ku daxwazên wan ên derbarê vedara danişînê de nayên pejirandin, tevlî danişînê nebûn. Ji Baroya Enqerê weke çavdêr, tenê parêzerek tevlî danişînê bû. 

 

Parve bike: