Dadweriya Pizîskî bi 10 xalan rapora îskenceya hatiye kirin eskere kir
PeyamaKurd – Ciwanekî Kurd Emîn Îsa ku 27 roj berê ji aliyê asayîşa PYDê ve li Rojavayê Kurdistanê hatibû revandin, di girtîgeha PYDê de doh 28ê Hezîranê ji ber îşkenceyên tund ên li ser bedena wî hatibûn kirin jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê kurd Emîn Îsa xelkê gundê Bîrikê yê girêdayî bajarê Dirêbêsiyê ye û berî 27 rojan ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû revandin.
Piştî ku ciwanê kurd Emîn Îsa doh 28ê Hizêrana 2021ê di bin îşkenceyê di zîndanên PYDê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, raporek dadwerîya pizîşkî derket ku tê de diyar bû, ciwanê Kurd bi şêweyeke hovane hatiye lêdan û îşkencedan.
Di rapora dadweriya pizîşkî de, bi 10 xalan çawaniya lêdan û îşkenceya li ciwanê Kurd hatiye kirin hatiye eşkere kirin:
1- Şikandin di dev de.
2- Şikandin di diranan de.
3- Lêdan di çok û kabokan de.
4- Lêdan bi alavên tûj di stû û paş serî de.
5- Şewitandina serî ta dawiya piştê.
6- Şûna lêdana tund li ser mejî heye.
7- Şûna lêdana bi şeferyê li ser rûyê çepê heye.
8- Şewitandina destan ta bin çengan de.
9- Lêdana di zik de.
10- Bikaranîna elektirîkê li ser piştê û endamên mêrantiyê de.