'DAIS ji valahiya ewlehiyê fêdê dibîne û hikûmeta Iraqê jî xwe nade ber hevkariya Pêsmerge'
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku sedema pêknehatina operasyona hevbeş a serbazî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê ye.
Cebar Yawer behsa tevger û êrîşên berdewam ên DAIŞê ji sala 2018an ve kir û got: “Tevgera DAIŞê li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam e û kiryarên terorîstî her hebûne. Li gor amarên sala 2018an DAIŞê 456 çalakiyên terorîstî li herêmên Kurdistanî encam dane û 1.742 kes bi destê DAIŞê hatine kuştin û birîndar bûne û hatine revandin û di sala 2019an de DAIŞê 280 çalakiyên terorîstî encam dane û 1.260 kuştine û birîndar kirine û revandine. Herwiha di sala 2020an jî de DAIŞê 230 çalakiyên terorîstî pêk anîne û 812 kes kuştine û birîndar kirine û revandine. Ji ber wê ye kiryarên terorîstî yên DAIŞê nasekine û berdewam dike.”
Cebar Yawer ji BasNewsê re diyar kiriye, sedema van çalakiyên DAIŞê hebûna valahiya ewlehiyê ye ya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de ye ku di navbera wan de 40 kîlometre heye û hîç hêzêk lê nîne û DAIŞ fêde ji wê valahiyê dîbîne.
Li ser civînên serbazî yên di navbera aliyên Iraqî û Wezareta Pêşmerge de ji bo avakirina jûrên operasyonên hevbeş û encamdana operasyonên hevbeş li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Yawer ev daxuyanî da:
“Aliyên hikûmeta federal a Iraqê nayên pêş ji bo cîbicîkirina wan biryaran ku di civînan de hatibûn standin û me di sala 2020an de 3 civîn pêk anîn me biryar da li ser navenda hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêk bînin. Lê belê ew nayên pêş ji bo wê navendê. Ji bilî wê jî biryar hat dayîn hêzeke hevbeş pêk bînîn. Lê belê dîsa her ew nehatin pêş û me biryar da operasyonên hevbeş bikin, her nehatin pêş, ew sar in ji cîbicîkirina biryaran. Sedem ne Wezareta Pêşmerge ye hikûmeta federal a Iraqê ye.”