Kurdistan
DAISê 5 leskerên Iraqî birîndar kir
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li nahiya Gulala di encama êrîşeke ser xaleke artêşa Iraqê de, 5 leşkerên Iraqî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyeke ji hêza Pêşmerge diyar kiriye, şeva borî çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Helawnê yê li nahiya Gulala êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê kirin.
Herwiha destnîşan kiriye, dema hêzeke din a artêşa Iraqê bi hawara wê hêzê diçû, bombeyek teqiya û di encamê de 5 leşker birîndar bûn.