Kurdistan
DAISê agir berda zeviyên çandiniyê yên cotkaran
PeyamaKurd – Wekî sala borî dîsa li deverên Kurdistanê yên hatine cudakirin zeviyên cotkaran di demsala havînê de têne şewitandin ku hemû keda wan vala diçe.
Hat ragihandin ku îro 6ê Gulanê çekdarên DAIŞê li gundê Xelîl Hesnawî yê ser bi nehiyeya Buhrîz a a bajarê Beqûbe ya navenda parêzgeha Diyale, agir berdan zeviyên çandiniyê yên çend cotkarên gund ku 8 donim zadê cotkaran şewitî.
Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed da xuyarkirin ku tîmên agirkuj zû gihîştine cihê bûyerê lê dîsa jî 8 donim zeviyê cotkaran şewitîye.