TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê careke din li Mexmûrê êris kir

📅 24 tîrmeh 2018 04:41

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Mexmûrê wesayiteke bombekirî xwe li nav  binkeya polêsên federalî daye, li gor zanyariyên pêşî kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên ji aliyê niştecihên Mexmûrê ji BasNewsê re ragihandiye, demek berî niha wesayiteke barhilgir li nava bajarokê Mexmûr xwe di nava binkeyeke polêsên federal de teqandiye û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Ji aliyekî din, li gor zanyariyan hejmarek çekdar êrîş birin ser sayloya bajarê Mexmûrê û heta niha ziyan nehatine zanîn.

Parve bike: