TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê êrîs kir: 5 polîs hatin kustin

Admin S
Nivîskar
📅 20 mijdar 2018 14:05

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şevê din komek milîtanên DAIŞê li Xaneqînê êrîşek bir ser polîsên Iraqê û di encama wê êrîşê de 5 polîsên iraqî can dan.

Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmî, li Xaneqînê bombeyeke kemîn di otomobîla polîsan de hatiye teqandin û efserê iraqî Feysel Kerewî û 4 polîsên din tê de can dane.

Herwiha hat ragihandin ku DAIŞê piştî teqînê êrîşeke mezin daye destpêkirin û polîsên iraqê ji bo piştgiriyê alîkarî xwestine.

Parve bike: