TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê êrîsî gundewarê Diyaleyê kir: Kustî û birîndar hene

Admin L
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2021 16:29

PeyamaKurd – Li gundewarê Diyaleyê de, di navbera terorîstên DAIŞê û hemwelatiyan de şer derket û di encamê de 5 kesan can dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor malpera ŞefeqNewsê terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Qelle yê ser nahya Celewla ya ser bi Diyaleyê kirin û 2 hemwelatî revandin, herwiha bavê wan her du hemwelatiyan hawar biriye cem gundê Um Hente û xelk jî çûne wan hemwelatiyan ji destê DAIŞê rizgar bikin. Dema xelk ber bi wê koma DAIŞê ve çûne jî, DAIŞê kemîn li ber wan daniye û êrîşî wan kiriye di encama wê êrîşî de 5 hemwelatî kuştine û 2 kes jî birîndar bûne, otomobîla hemwelatiyan jî şewitandine.

Medyaya Iraqê daye zanîn, ew 2 kesên DAIŞê revandibûn dema şerê DAIŞê û hemwelatiyan karîne xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin lêbelê 5 kesan can dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an û nemana hêza Pêşmerge li herêmê valahiya emnî li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêk hat û DAIŞ bi hêsanî rojane êrîşan pêk tîne û xelkê dike armanc.

Parve bike: