TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê êrîsî koma ciwanan kir: 3 kustî

Admin H
Nivîskar
📅 11 nîsan 2023 21:08

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê li herêma Meydan Şemalî ya gundewarên rojhilatê Humisê êrîşî komeke ciwanan kir.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşa ser ciwanên dobelan berhev dikirin de, 3 kes hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de DAIŞê êrîşên ser gundiyan û xelkê sivîl li nav Sûriyeyê zêde kirine.

Li gorî SOHRê, ji destpêka 2023yan ve li bejahiya Sûriyeyê 249 kes hatine kuştin ku 123 endamên hêzên Sûriyê ne û 115 kes jî sivîl in ku ji wan 11 kes çekdarên DAIŞê ne.

Parve bike: