TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê herdu birayên Kurd bi bedela pere azad kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 sibat 2020 16:48

PeyamaKurd - DAIŞê li beramber pere herdu birayên ku li navçeya Dawude ya navbera Kifrî û Xurmatû dema pez û ajalên xwe diçêrandin revandibû, azad kir.

Hat ragihandin ku du birayên bi navên Hêmin û Qani Celal ku li navçeya Dawude ya navbera Kifrî û Xurmatû dema ku pez û ajalên xwe diçêrandin ji aliyê hejmarek terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin, îro li berember pere hatine berdan. 

Hat zanîn ku li hember azadkirina wan herdu birayan 70 hezar dolarê Amerîkî bo çekdarên DAIŞê hatiye dayîn.

Rêveberê polîsê qeza Kifrî Rêbuwar Qerebilaxî ragihandiye ku îro 16ê Sibatê ew her du birayên li du enfalê mabûn, ji destpêka vê mehê ve hatibûn revandin ji aliyê DAIŞê ve, lê beramber pere her du jî hatin azad kirin.’

Hêjayî gotinê ye DAIŞê di van demên dawî de, bi taybet li herêmên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê liv û tevgera xwe zêde kiriye û bûyerên revandin û êrîşan pêk tîne.

Parve bike: