TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê ji gundekî Qeretepê 3 welatî revandin

Admin H
Nivîskar
📅 25 tebax 2020 22:27

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmarek çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li sînorê qezaya Xaneqînê êrîşî gundê Sefsafe yê girêdayî bajarokê Qeretepe kirin û 3 kes revandin û kesek jî birîndar kirin.

Berpirsê YNKê li Qeretepe, Mihemed Hacî Omer ji medya Kurdistanê re ragihand, gundê Sefsafe yek ji wan 9 gundên sînorê Qeretepe ye û çekdarên DAIŞê şeva Yekşemê êrîşî wî gundî kirine, lê xelkê gund bersiva êrîşa wan dane.

Mihemed Hacî Omer got, di êrîşê de çekdarên DAIŞê çûne nav maleke gundê Sefsafe û sê kesên ji wê malê revandine û kesek jî birîndar kirine.

Berpirsê YNKê diyar kir, çekdarên DAIŞê herwiha du otomobîlên wê malê jî bi xwe re birine.

Hat zanîn kesên bi navê Mistefa Xelîl Mizel, Ehmed Mizel û Yeşar Mewcûl Beyatî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û Qadir Xelîl Mizel jî birîndar bûye.

Berpirsê YNKê li Qeretepe diyar kiriye, kesên hatine revandin tirkman in û ew demek bûye ku li gundê Sefsafe yê Kurdan bicih bûbûn.

Mihemed Hacî Omer herwiha da xuyakirin ku piştî êrîşa DAIŞê hêzên artêşa Iraqê çûne nav gundê Sefsafe.

Parve bike: