Kurdistan
DAISê li Celewlayê êrîs kir: Leskerekî Iraqê birîndar bû!
PeyamaKurd - Derengî şeva borî li sînorê bajarokê Celewla ya ser bi bajarê Xaneqînê, terorîstên DAIŞê bi kannasan leşkerekî Iraqê birîndar kirin û çend guleyên hewanê jî avêtin pira Helwanewe.
Îro Pêncşemê (22.08.2019) Berpirsê Komîteya Rêxistina Celewlayê ya YNKê Xelîl Xudada ragihand: ‘’Derengî şeva borî terorîstên DAIŞê li navçeya Tibica sînorê bajarokê Celewla, bi çeka kannas ango çeka segvaniyê ve gule berdan binkeyeke artêşa Iraqê.’’
Herwiha got, ji ber wê jî leşkerekî Iraqê bi guleya Kannasê birîndar bûye.
Heman berpirsê YNKê ragihandiye: ‘’Her şeva borî terorîstên DAIŞê çend guleyên hewanê avêtine pira Helwanewe ya li sînorê Celewla û ti ziyanên giyanî çênebûne.’’