TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê li Kerkûkê bi fuzeyan êrîsî binkeya Hesda Seibî kir

Admin H
Nivîskar
📅 25 tebax 2019 13:53

PeyamaKurd – DAIŞê libajaroka Daqûq a Kerkukê êrîşî ser sivîlan û piştre jî bi fuzeyan êrîşî binkeya Heşda Şeibî kir.

Li gor ragihandina çavkaniyên polîsê Daqûqê derengiya şeva borî, komeke DAIŞî li nêzîkî stadyûma futbolê êrîş bir ser  sivîlan û hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.

Heman grûba DAIŞiyan piştre jî bi moşekan êrîşî biryargeha Heşda Şeibî ya li Daqûqê kir û hat diyarkirin ku 5 endamên Heşda Şeibî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê hêzên teqwiye yên ewlekariyê bo deverê hatine şandin û heta dereng jî şer û pevçûna ligel terorîstên DAIŞê dewam kir.

Parve bike: