DAISê li Kerkûkê êrîs bir ser tesîsên avê
PeyamaKurd - DAIŞa rêxistina terorê li Kerkûkê êrîş bir ser tesîsên avê û bajarokek û 14 gund bê av hiştin.
Hat ragihandin ku li herêmê hêzên ser bi DAIŞê, piştî êrîşên li ser xetên ceyranê niha jî berê xwe dane tesîsên parzûnkirina avê. DAIŞa rêxistina terorê tesîsên avê yên li başûrê Kerkûkê ji xwe ra kire hedef. Di hefteya dawî de ji ber êrîşên ku hate ser 3 tesîsên av parzûnkirinê bajarokek û 14 gund bê av man. Niha li herêmê bi hezaran mirovên dijîn û ji ber tunebûna avê di nav tengasiyê de ne.
Herêm nêzî salek berê ji destê DAIŞê hat derxistin lê tehdîta DAIŞê ya li ser wir hê jî dewam dike. Dewamnekirina operasyonan bi kêrî DAIŞê tê û ew li herêmê ji nû va xurt bûne. Di 8 mehên dawîn da operasyon qet nayên kirin û ji ber vê jî rêxistina terorê bi hêsanî berê xwe dide xetên ceyranê û tesîsên avê yên ku di xizmeta welatiyan da ne.
Ji ber sabotajên DAIŞê yên li ser xetên ceyranê li bajêr car caran heta 18 saetan ceyran qet tuneye.