TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê li Kerkûkê êrisî Hesda Seibiyê kir

📅 17 tebax 2019 15:32

PeyamaKurd - DAIŞê êriş bire ser pêgehên Heşda Şeibî li bajarokê Rîyaz li başûrê Kerkûkê.

Çavkanîyeke ewlehîyê li parêzgeha Kerkûkê ragehand: Hejmareke çekdarên DAIŞê hêriş kirine ser çend bingehên heşda Şeibî li bajarokê Rîyaz, ser bi nahye ya Hewîce.

Medya Heşda Şeibî belavkirîye ku wan bersiv û berperça wê hêrişê dane û hejmareke çekdarên DAIŞêjî hatîne kuştin û otombêleke wan jî teqandine.

Ev jî di demekê de ye ku wezareta Berevanîya Îraqê aşkere kirîye ku pişkek ji çekdarên DAIŞê, piştî şerê Baxozê hatîne Îraqê û karîne di nav welatîyan de xwe veşêrin.

Parve bike: