Kurdistan
DAISê li Kerkûkê êrîsî kêlgeheke petrolê kir: Efserekî Kurd sehîd bû
PeyamaKurd – Komeke çekdar li Kerkûkê êrîşî kêlgeheke petrolê kirin û efserekî Kurd şehîd kirin.
Li gor zanyariyan, şeva borî hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî bîra petrolê ya hejmar 10 li kêlgeha Xebaze kirin. Di pevçûna di navbera pasewanên kêlgehê û wan çekdaran de, efserê Kurd Letîf Rehman şehîd bû.
Li gor hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê, êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kirin.