Kurdistan
DAISê li Kerkûkê hemwelatiyek kust yek jî birîndar kir
PeyamaKurd – Li Kerkûkê şeva borî li gundekî nahyeya Yaycî çekdarên DAIŞê hemwelatiyek kuştin û kesek jî birîndar kirin.
Li gor zanyariyên ji endamê lijneya ewlehiyê yê encûmena qeza Hewîce Ehmed Xurşîd, ‘‘Terorîstên DAIŞê li sînorê rojavayê Kerkûkê dest bi tevgerê kirine û şeva borî li gundekî nahyeya Yaycî kesek kuştine û kesekî din jî birîndar kirine.’’
Herwha got Xurşîd destnîşan kir ‘‘Şeva borî terorîstên DAIŞê li gundê Bilawe ya sînorê nahyeya Yaycî bi çeka bêdeng hemwelatiyek temen 41 salî yê bi navê F.X kuştine û kesek jî birîndar kirine.’’
Ehmed Xurşîd diyar kir, ‘‘Çekdarên DAIŞê piştî wê tewanê jî bi motosîkletê reviyane.’’