Kurdistan
DAISê li Kerkûkê kurdekî Kakeyî kust
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî mala welatiyekî sivîl kirin û ew kuştin.
Hat zanîn li bajarokê Daqûqê yê parêzgeha Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî mala Kurdekî Kakeyî kirin û ew kuştin.
Li gorî çavkaniyeke hêzên ewlekariya Iraqê, piştî vê êrîşê hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê û cenazeyê kesê hatiye kuştin bo bijîşkiya dadwerî ya Kerkûkê hatiye şandin.