Dana Gas, li Kurdistanê hilberîna xaza xwezayî zêde dike
PeyamaKurd – Rêvebirê Dana Xasê Patrick Allman Ward, ragihand ku di sala 2021 ê de hilberîna xwaza xwezayî û cûreyên din yên petrolê de % 9 zêdebûn heye û 151 mîlyon dolar fêde bidest xistine. Patrick Allman Ward weha got:
“Me hilberîna xwe ya xaza xwezayî li gor sala borî % 9 zêde kir. Hukumeta Herêma Kurdistanê di sala 2021 ê de ji veberhênana me, tişta para me diket 53 mîlyon dolar daye me. Para me bê astengî hukumet dide me.
Di 3 mehên dawiyê yên sala 2020 an de zêbûn heye. Ji seha xaza xwezayî ji seha Kormorê piştî me veberhênanê zêde kir, %12 zêdebûn çêbû û rojane 439 mîlyon m3 hat hilberîn. Sala borî di heman wextê de 391 mîlyon m3 dihat hilberîn.”
Zêdekirina xaza xwezayî ya Dana Gas ê wê bandorê li ser hilberîna elektrîkê jî bike. Peymana xazê di sala 2017an de, di navbera Şîrketa Dana Gas Petrolê û hukumeta Kurdistanê de hatibû îmzekirin.