Dara Resîd: Wê Bexda heta dawiya salê her meh 200 milyar dînar bisîne
PeyamaKurd - Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd ragihand, Hikûmeta Iraqê wê heta dawiya salê, mehane şandina 200 milyar Dînaran berdewam bike.
Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd îro di civîneke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendbûnên xwe li hember yasaya 2021ê cibicî dike.
Wezîrê Plandanînê da zanîn, “Şandina para Herêma Kurdistanê ji bûdceya darayî ya giştî ya Iraqê bo sala 2021ê, dereng maye."
Dara Reşîd got: “Ew 200 milyar Dînarê ku wek sulfe ji bo Herêma Kurdistanê dihat şandin, wê heta dawiya salê berdewam be.”
Dara Reşîd da zanîn: "Em ê di demên pêş de dîsa li ser mijara bûdceya 2021ê û amadekirina projeyasaya budceya 2022'an serdana Bexdayê bikin.”
Hêjayî li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, heta temambûna proseya hurgiliyên di dahatê û pişka Herêma Kurdistanê de, divê Bexda mehane 200 milyar Dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.