TR KU SO
FB X
Kurdistan

Daraza Îranê 7 sal û 6 meh ceza da Abdullah Souri yê Kurd

Admin M
Nivîskar
📅 21 îlon 2026 14:07

PeyamaKurd – Daraza Îranê 7 sal û 6 meh ceza da Abdullah Souri yê Kurd ku ji xelkê Sinê (Senendaj) ye. Sedema ku Sori ceza kirine, wekî sûcdarî goya têkiliya wî bi Partiya Komela ya Kurdistanê re heye ceza kirine.

Hêzên dewleta Îranê di 17.12.2025an de wî girtibûn û heya pêvajoya darazê temam bikira, wî bi kefalet serbest berdabûn.

Di 1ê Êlûna 2026an de her weha Îranî kurê Abdullahî yê bi navê Karwan Souri ji bo 4 rojan xistibûn bin çav û paşî bi kefalet abi 4 milyar tumenî serbest berdabûn.

Parve bike: