TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAVOS | Nêçîrvan Barzanî îro çend hevdîtinên girîng dike û besdarî panelê dibe

Admin H
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2020 20:47

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja sêyem a Forûma Aborî ya Cîhanê Davosê de, hevdîtinên xwe yên ligel serok û berpirsên welatan berdewam dike.

Barzanî îro Pêncşemê 23ê bi Wezîrê Derve yê Omanê Yûsif bin Elewî re civiya. Biryar e Nêçîrvan Barzanî îro bi Serokwezîrê Îtalyayê û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres re jî bicive.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî îro bi Cgirê Serokê Korbenda Aborî ya Cîhanî û Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, Merk Dusek re jî hevdîtinekê pêk tîne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî di civîna bi Wezîrê Derve yê Omanê de “tekezî li pêşxistina pêwendiyên navbera herdu aliyan di hemû waran de kir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Omanê herwiha “rewşa Iraqê û navçeyê û bandora aloziyan li ser aramî û istiqrarê, berfirehkirina hewlan ji bo aramkirina aloziyan, metirsiyên derketina terorê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên navbera wan, araste û siyaseta miyanrew a Omanê li navçeyê û pêwendiyên wê li gel welatên navçeyê û cîhanê, gotûbêj kirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Nêçîrvan Barzanî ji ber jidestdana xwedê jê razî Sultan Qabûs bin Seîd, sultanê berê yê Omanê, dubare sersaxî ji gel û hikûmeta Omanê re xwast. Herwiha bi boneya destbikarbûna sultanê nû, Heysem bin Tariq Al Seîd, pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwnediyên li gel Omanê anî ziman.”

Nêçîrvan Barzanî îro li Davosê di panêlekê de behsa rewşa Iraqê dike û hewlesta Herêma Kurdistanê derbarê pêşhatên herî dawî de rave dike.

Nêçîrvan Barzanî ligel Nûnera Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên Iraqê, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Dewleta Siûdiyê bo karûbarên derve, di panelekê de bi sernavê Rojhilata Navîn a Nearam, behsa rewşa Iraq û Rojhilata Navîn dikin.

Nêçîrvan Barzanî şeva borî jî bi Serokwezîrê Holandayê Mark Rotte, Nûnera Neteweyên Yekbûyîli Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert hevdîtin pêk anîbûn.

Parve bike: