Daxuyaniya Karayilan: 'PKK wê rola xwe bilîze'
PeyamaKurd – Ji damezrînerên PKKê Mûrat Karayilan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ocalan weke muxatab tê dîtin û wiha got, “Weke pêvajoyeke nû heye bi xwe re nîqaşan dikin, lê heta niha tiştek li ser me, yanî li aliyê Kurd nehatiye dîtin. Weke tevger em li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk nînin. Piştî van hemû ezmûnan, em ê di çarçoveya taktîkên şerê taybet ên asayî de qîmetê nedin polîtîkayên têgihiştinê."
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) Mûrat Karayilan, têkildarî nîqaşên pêvajoya çareseriyê yên dawî yên li Tirkiyeyê nirxandin kirin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di axaftina xwe ya di civîna koma partiya xwe de derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de got, "Eger tecrîda li ser Rêberê PKKê were rakirin, bila were di civîna Koma DEM'ê ya li Meclîsa Gel a Tirkiyeyê de biaxive. Divê biqîre ku teror bi temamî qediyaye û rêxistin ji holê hatiye rakirin."
Piştî van gotinan Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku piştgirî da gotinên Bahçelî jî got, "Pencera dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Gel vekiriye, nabe qurbana hesabên şexsî."
Karayilan derbarê banga Bahçelî ya ji bo axaftina Ocalan a li Meclisa Tirkiyeyê de jî axivî û got, "Tirkiyeyê di dema borî de Ocalan û PKKê di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke muxatab qebûl kiriye û ji bo siyaseta demokratîk a legal rol daye."
"Şert hatine guhertin, dubarekirina ya berê nabe"
Karayilan di daxuyaniya xwe ya ji bo Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de diyar kir ku ew ne li dijî pêvajoya çareseriyê ne û got, “Gotûbêjên ku herî dawî hikûmeta AKP-MHPê anîne rojevê hene. Weke pêvajoyeke nû heye bi xwe re nîqaşan dikin, lê heta niha tiştek li ser me, yanî li aliyê Kurd ne hatiye. Weke tevger em li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk nînin. Piştî van hemû ezmûnan, em ê di çarçoveya taktîkên şerê taybet ên asayî de qîmetê nedin polîtîkayên têgihîştinê. Helbet şert û merc hatine guhertin, dûbarekirina ya berê nabe. Ev rast e. Berê cidiyet û dilpakî tunebû.”
Karayilan diyar kir ku şert û mercên azadiya Ocalan hene û got, "Eger rewşeke ku berjewendiyên Tirkiyeyê li ber çavan bigire û welatparêziya rast lê serdest be û li ser vê bingehê gavên nû bavêjin, wê aliyê Kurd ji vê re nebêje na, lê ew ê tu carî li ser masê jî gav neavêje. Divê her kes vê bizanibe. Lêgerîna çareseriyê ya ku li ser azadiya Apo nebe ji bo me pûç û vala ye. Ev ne dubarekirina ya berê ye, lê ger bi rêbazên nû nêzîkatî li pêvajoyê bê kirin, divê ji vê çemberê nêzîk bibe.” Wî got, "Di çarçoveya qanûna Mandela de nêzîkbûna Apo û pêşxistina diyalogan dibe ku çareseriyeke radîkal ji pirsgirêkê re bîne."
"PKK wê rola xwe bilîze"
“Tevî ku banga Devlet Bahçelî li gorî têgihiştina xwe be û xwedî naverokeke nerewa ye ku em tu carî qebûl nakin jî, di eslê xwe de bangek e ji ber ku muxatab Apo dibîne. Ev rastî eşkere ye. Bi guhnedana vê rastiyê û li ser versiyonek din sekinîn çareserî nayê pêşxistin. Rastî ev e, ger nêzîkatiyek li ser vê rastiyê hebe, helbet wê di aliyê Kurd de bersivekê bibîne. Wekî din, nêzîkatiyên ji bo pêşxistina taktîkên cihêreng ên di çarçoweya lêgerîna derketina ji qelemê de wê encam negirin. Aliyê Kurd ji van manevrayên taktîkî bêzar bûye. Di dawiyê de dixwazim diyar bikim ku PKK tu carî rûmetê nade taktîkên şerê taybet. Di vê dema girîng a dîrokê de wê ji her demê bêhtir bi biryardarî rola xwe ya di xeta Apoyî de bilîze û erka xwe rast bi cih bîne. Bi ezmûna xwe ya berhevkirî û performansa xwe ya îdeolojîk, siyasî û leşkerî, wê bi hêztir li ber xwe bide û bi şer bi serkeve."