TR KU SO
FB X
Kurdistan

Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî li ser karesata Ezdiyan

📅 08 tebax 2018 02:01

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe derbarê biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî bi lêkolîna li ser karesata Êzdiyan, nîşan da û hêvî kir ku ew tawana li hember xwîşk û birayên Êzdî hatiye kirin wek “jenosîd” were naskirin.

Serokwezîr Barzanî piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, ku di civîna îro de Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan rapora xwe ya derbarê bi jenosîd nasandina tawanên DAIŞê yên li hember Kurdên Êzdî pêşkeş kiriye û wiha got: “Em keyfxweş in ku Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê vê yekê de biryarek derxistiye. Me jî li Herêma Kurdistanê komîsyonek pêk aniye û wê komîsyonê jî bi başî karê xwe kiriye û pêşkeftin bidest xistiye. Encûmena Asayîşê qaziyek destnîşan kiriye ku dê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Em hêvîdar in li gel Iraqê cidî kar bikin da ku ew tawana li hember xwîşk û birayên Êzdî hatiye kirin wek “jenosîd” were naskirin. Em hêvîdar in kesên ziyan dîtine jî werin qerebûkirin.”

Parve bike: