TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dayik û xwiska Gulîstan Doku hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 îlon 2020 21:08

PeyamaKurd – Dayik û xwişka keça Kurd Gulîstan Doku li Zanîngeha Munzurê dema perwerde didît, piştî hevdîtineke ligel hevalê xwe yê kur 247 roj in aqûbeta wê nediyar e, dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.

Dayik û xwişka Gulîstan Doku, Bedriye û Aygûl Doku ji bo keça wan bê dîtin, tawanbar bên girtin û darizandin li Qada Seyît Riza dema çalakiya rûniştinê kirin, rastî destwerdana polîsan hatin.

Li gorî zanyariyan dayik û keç herdu jî ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin û piştre jî ew binaçav kirin û birine Miduriyeta Polîsan a Dersimê.

Parêzerê malbatê Alî Çîmen ragihand ku dayik û keç hatine binçavkirin û binçavkirina wan ne hiqûqî ye. 

Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku jî li ser bûyerê li ser medya civakî ev parvekirin kir:

"Ji bo ku xwişka min bê dîtin me dest bi çalakiya rûniştinê kir. Lê em hatin binçavkirin. Polîsa jin du sê caran pihîn li pişta min xist. Dû re min dîmenê wê girt. Polîseke din hat dest danî ser telefona min û vîdeoya min kêşa jê bir. Dayika min ji ser hişê xwe çû. Me li nexweşxanê rapora derbkirinê stand.”

Parve bike: