TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deklerasyona Platforma Yekîtiya Jinên Kurd?

PeyamaKurd
Edîtor
📅 15 sibat 2018 16:49

Platforma Yekitiya Jinên Kurd ku dawiya sala derbazbuyî de li Amedê hatibu damezrandin daxwiyaniyek bi navê DEKLERASYONA “PLATFORMA YEKITIYA JINÊN KURD” jibo raya giştî belav kirin û em jî wî daxwiyaniyê wek xwe pêşkêşî xwenderên xwe dikin;

 

DEKLERASYONA “PLATFORMA YEKITIYA JINÊN KURD”


Em wek Jinên Kurd bi diruşmeya gotina “Ey Kurdino! Bibin yek; ku hûn nebin yek, hûnê biçin yek bi yek !” hatin cem hev. Me bi armanca avakirina Yekitiya Neteweyî û li hemberî zilm û zordariya li ser nasnameya Kurd û jinan û pişaftinê “Platforma Yekitiya Jinên Kurd” damezirand. Platforma me dê xebatên xwe li ser pîvanên li jêr pêk bîne.

Li ser vê bingehê Platforma Yekitiya Jinên Kurd:

- Ji destpêkê heta îro li her parçeyê Kurdistanê, hemû jinên ku di têkoşîna li hemberî zilmê de cih girtine wek nirxên xwe dibîne.

- Berjewendiyên neteweyî yên Kurdan û Yekitiya Jinên Kurd li pêş berjewendiyên hemû komele, sazî, insyatîf, tevger û partiyên siyasî dibîne.

- Hemû cudahiyên siyasî, olî û nasnameyan wek sedemên nakokiyan nabine; van cudahiyan wek pêwîstiyên demokratîk dihesbîne.

- Zimanê medyayê yê erênî jî bo Yekitiya Kurdan û jinan wek hewcedariyeke sereke ye û ji zimanê neyînî dûr sekinînê jî wek pêwîstiyekê dibîne.

- Girîngiyê dide tecrubeyên Jinên Kurd ên Porsipî û ji wan sûde werdigire; di pêvajoyên nakokî û pevçûnên navbera Kurdan de girîngiyê dide rista wan a çêker a yekitiyê.

- Zimên wek ji stûnên sereke yê nasnameyê dibîne û di vê çarçoveyê de piştgiriyê dide hemû xebatan.

- Girîngiyê dide zimanê diyalogê ya ji bo Yekitiya Jinan û ya Kurdan.

- Li hemberî hemû zilm, zordarî, tundî û cûdakariya li ser jinên Kurd û Kurdistanî derdikeve û ti cudahiyê nake navbera ol, mezheb û nêrinên siyasî yên jinan û li gel têkoşîn û vîna wan a hevpar cih digire.

Parve bike: