TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dem û tarîxa mîtinga HDPê eskere bû

Admin S
Nivîskar
📅 18 rêbendan 2019 17:02

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sibe şemiyê 19ê Çileya 2019an li Diyarbekirê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên ji bo Abdullah Ocalan mîtingekê li dar dixe.

Hat ragihandin ku dê mîtinga HDPê sibe şemiyê li demjimêr 12-16:00 li meydana Îstasyonê ya Diyarbekirê bi navê ‘Demokrasî, azadî û edalet’ê were lidarxistin.

Di daxuyaniya komîteya amadekar a mîtingê de hat gotin, greva birçîbûnê ya Leyla Guvena parlamentera Colemêrgê û hevalên wê ketiye rewşeke metirsîdar û divê ji bo daxwaziyên bikevin tevgerê ku ev jî erk û berpirsiyarike civakî ye.

Parve bike: