TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dema civîna Erdogan bo Rûsyayê eskere bû

📅 17 cotmeh 2019 15:55

PeyamaKurd - Dema serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Rûsyayê eşkere bû. Erdogan û Putin dê li ser rewşa Sûriyê hevdîtin bikin.

Serokomariya Tirkiyê ragihandiye, Erdogan dê roja 23 vê mehê serdana Rûsyayê bike û li bajarê Soçiyê bi serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtinekê pêk bîne.

Demek berê Serokê rûsî Putin, Serokê Tirkiyê vexwandibû Rûsyayê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov beriya niha rojeva hevdîtina Erdogan û Putin eşkere kiribû û gotibû, her du serok dê li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, çareseriya siyasî li Sûriyê û şerê terorê gotûbêj bikin.

Parve bike: