TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dema derbasbûna karwana hevpeymaniyê teqîn

Admin H
Nivîskar
📅 30 tebax 2020 19:29

PeyamaKurd – Li başûrê Bexdayê dema derbasbûna karwana leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bombe hat teqandin.

Li gorî zanyariyan, şeva borî li ser rêya Hile – Dîwaniye ya dikeve başûrê Bexdayê dema karwana hevpeymaniyê derbas dibû, bombe hat teqandin.

Li gorî medya Iraqê, di encama teqînê de ti ziyanek çênebû kesek nehat kuştin û birîndar kirin.

Parve bike: