TR KU SO
FB X
Kurdistan

Demîrtas: Ev rews piçekî jî bandorê li dengdêrên Kurd nake

Admin L
Nivîskar
📅 23 adar 2023 16:58

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye diyar kir, “Nêzî 7 sal in bi fermana Erdogan em bêguneh di hucreyekê de tên ragirtin, gelo wê gel di nava 50 rojên pêş de vê heqaretê û hemû êrîşên li dijî vîna xwe ji bîr bike? Ma ev gengaz e? Ji bo Kurdan AKP û Erdogan rûpeleke reş a bi tevahî hatiye girtin e.”

Selahattin Demirtaş bersiva 3 pirsên nivîskara Halktv.com.tr Şîrîn Payzîn da.

Pirsên Şîrîn Payzîn û bersivên Demîrtaş wiha ne:

“1- Tifaqa Ked û Azadiyê di daxuyaniya xwe ya îro de rasterast negot “Em piştgiriya birêz Kiliçdaroglu dikin.” Hûn dixwazin çi bibêjin?

Tifaqa Azadiya Kedê bi biryara xwe ya ji bo diyarkirina namzedan gavek ber bi pêş ve avêt, lê diyar nekir ew ê piştgiriyê bidin kîjan namzetên serokomariyê. Li gor geşedanan dibe ku biryareke wiha bidin, lê ji bo niha navan nebêjin, divê rêz li vê yekê bê girtin. Ez vê biryarê jî rast dibînim.

2- Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza HDPê ya ji bo parastina devkî heta piştî hilbijartinê bê taloqkirin red kir. Bi ya te, divê em fêm bikin ew bi biryar in ku HDPê bigrin?

Ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî qanûnê tevnagere, ne mimkûn e ku pêşbîniya wê bikin. Ew biryarên ku tê wateya destwerdana vekirî di pêvajoya siyasî, hilbijartinan de didin. Bi rastî ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn rewşek xemgîn e, trajediyek e.

Dadweriya herî bilind a ku ji bo parastina Destûra Bingehîn tê erkdarkirin amûra binpêkirina Destûra Bingehîn e ku ev yek nayê qebûlkirin. Helbet ji ber ku wê bi Partiya Çep a Kesk re hilbijartin bên kirin, wê hin zehmetî hebin, lê wê di demek kin de ji holê rabin. Hilbijêrên me bi erkê xwe dizanin. Ew rewşê fêm dikin û wê Partiya Çep a Kesk hembêz bikin. Ez bawer nakim dengek jî bê îsrafkirin.

3- Hûn van şîroveyên ku dibêjin îtîfaqa AKPê ya bi HUDA PARê re ji bo manîpulekirina bingeha HDPê ya li herêmê ji rêjeya dengan zêdetir hatiye kirin qebûl dikin? Erdogan ji bo ku dengên Kurdan bi dest bixe, wê çi bike?

Mijara HUDA PARê ji bo me ne hêjayî nirxandinê ye jî. Kî dixwaze bi kê re tifaqê bike, ne karê me ye. Bi kêmanî bandorê li ser bingeha me û dengdêrên Kurd nake. Mirov bi serpêhatiya xwe ya tal dizane kî çi ye, yên mayî nîqaşên pûç û bêkêr in.

Erdoğan ne xwediyê tiştekî ye, ne jî ji dengdêrên Kurd re dikare tiştekî surprîz derxe. Ji hilbijartinê re 50 roj man, ji bo ku Kurd van 7-8 salên dawî tiştên Erdogan kirine ji bîr bikin, dikare çi bike? Mînak em kesên hatine hilbijartin bi fermana Erdogan ev nêzî 7 sal in bêguneh di hucreyekê de tên ragirtin, gelo wê gel di nava 50 rojan de vê heqaretê û hemû êrîşên li dijî vîna xwe ji bîr bike? Ma ev gengaz e? Ji bo Kurdan AKP û Erdogan rûpeleke reş a bi tevahî hatiye girtin e.

Parve bike: