Demîrtas: Gel destûrê nade
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş diyar kir, tenê Parlementoya Tirkiyê di rewşa şer de dikare biryara paşdexistina hilbijartinê bide û got: “Paşdexistina hilbijartinê darbeya siyasî ye.”
Paşxistina hilbijartinên Tirkiye, piştî erdheja 6ê Sibatê û karesata ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbû, bûye mijara siyasetmedaran.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji 2016ê ve di girtîgreha Edene de girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê ev mijar nirxand û da zanîn, tenê Parlementoya Tirkiye dikare biryara dema paşdexistina hilbijartinê bide.
Herwiha Demîrtaş eşkere kir: “Li gor agahiyan, di demek ku her kes bi vê karesatê re mijûl e, ferman ji komeke hiqûqnas re hatiye dayîn ku kar li ser paşdexistina hilbijartinê bikin. Careke din bi vî awayî dixwazin destûrabingehîn binpê bikin.”
Demirtaş diyar kir, “Li gor xala 78 a destûra bingehîn, hilbijartin tenê li parlementoyê û di rewşeke şer de dikare were paşdexisitin. Îstîsnaya vê yekê tune ye. Parlemento tunehesibandin û paşdexistina hilbijartinê, bi awayek vekirî darbeya siyasî ye.”
Herî dawî Demirtaş got, “Her çend paşdexistina hilbijartinê tawaneke destûrabingehîn e jî, lê eger carekê hat kirin pêşiya wê tê vekirin û ev ê bibe sedema wê yekê ku êdî kes biryara hilbijartinê ji Desteya Bilind ya Hilbijartinê re nehêle. Erdhej karesat e, ji bo derbasbûna diktaturiyê ne kerema Xwedê ye. Xelk nahêle wiha bibe.”