Kurdistan
Depoya sotemeniyê ya Parêzgariya Silêmaniyê teqiya
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li nava hewşa avahiya Parêzgeha Silêmaniyê di benzinxane û depoya sotemeniyê de şewatek derket û di encamê de teqîneke bihêz çêbû.
Berdevkê Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê Aram Elî ragihand ku tîmên wan ên agirkujiyê bilez gihîştine cihê bûyerê û ji bo temamkirin û kontrolkirina agir xebateke mezin meşandine.
Li gorî zanyariyên dawî yên ku hatine piştrastkirin, agirê ku li nav depoya sotemeniyê ya avahiya parêzgehê derketibû bi temamî hatiye kontrolkirin.
Derbarê ziyana giyanî an jî birîndarbûna mirovan di vê bûyerê de heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.