Kurdistan
Deriyê Sêmalka bi Şamê re entegre dibe: Bacên gumrikê zêde dibin
PeyamaKurd - Rêveberiya deriyê sînor ê Sêmalkayê (Pêşabûr) ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye ragihand, vê hefteyê dê sîstemeke nû ya gumrikê li deriyê sînor tê bicihkirin.
Li gorî agahiyên ku rêveberên deriyê sînor ê Sêmalkayê, ji bo bicihanîna sîstemeke nû ya gumrikê amadekarî têne kirin.
Rêveberên deriyê Sêmalkayê dane zanîn ku sîstema nû bi navê “Koordînator” e û agahî dane ku sîstema nû di çarçoveya bicihanîna peymana entegrasyonê ya di navbera HSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de tê bicihanîn.
Hate diyarkirin ku sîstema nû ya gumrikê dê vê hefteyê were pêkanîn û dibe ev sîstem bibe sedema bilindbûna bacên gumrikê û di encamê de bihayên kelûpelan bilind bibin.