TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deriyê Sêmalka wê rojên Şemiyan jî vekirî be

Admin H
Nivîskar
📅 30 hezîran 2026 18:04

PeyamaKurd - Rêveberê Deriyê Pêşabûrê-Sêmalka yên navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Şewket Berbuharî îro 30yê Hezîranê eşkere kir ku rojên kar li deriyê sînorî hatine zêdekirin û ji heftiya bê ve, wê derî di hefteyê de 6 rojan xizmetê pêşkêş bike.

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ragihand, wê derî ji roja Şemiyê heta Pêncşemê vekirî be.

Berbuharî diyar kir, bêhnvedana fermî ya roja Şemiyê hatiye rakirin û Şemiya bê bi awayekî fermî dewam û kar li Deriyê Pêşabûr – Sêmalka dest pê dike û tenê roja Înê dibe roja bêhnvedanê.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha Deriyê Pêşabûr – Sêmalka di hefteyê de 5 rojan kar dikir û rojên Şemî û Îniyê wekî bêhnvedana fermî bû.

Parve bike: