TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deriyê Zêtê ji çûnûhatinê re hate girtin

Admin H
Nivîskar
📅 03 mijdar 2026 10:51

PeyamaKurd - Rêveberiya Deriyê Sînor ê Navneteweyî yê Zêtê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku li ser daxwaza rayedarên Deriyê Sînor ê Derecîkê yê aliyê Tirkiyeyê, ji ber karên nûjenkirin û çêkirina rêyan, hatûçûna rêwiyan ji bo rojekê bi demkî hatiye rawestandin.

Li gorî vê biryarê, di 4ê Mijdara 2026an (roja Çarşemê) de proseya derbasbûna geştyar û welatiyan bi temamî disekine.

Rêveberiyê da zanîn ku ev biryar tenê tevgera rêwiyan dihewîne û karûbarên din ên îdarî yên li ser sînor bê rawestan berdewam dikin.

Tê çaverêkirin ku di 5ê Mijdarê (roja Pênşemê) de tevgera rêwiyan vegere rewşa xwe ya asayî, ji ber wê jî bang li welatiyan hat kirin ku bernameyên xwe yên seyahatê li gorî vê agahdariyê rêxistin bikin.

Parve bike: